PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 26ê Adarê li nexweşxaneyeke Hewlêrê serdana Pêşmergeyên birîndar kir, silav û rêzên Serok Barzanî gihandin wan û Wezareta Tenduristiyê jî erkdar kir ku, her tiştê ji bo tedawiya wan bike.
Malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê silav û rêzên Serok Mesûd Barzanî ragihandin wan, rewşa tenduristiya wan pirsî û jê re çareseriya bilez xwest.
Serokwezîr Barzanî, herwiha Wezareta Tenduristiyê jî erkdar kir ku, her tiştê ku ji bo tedawiya wan pêdivî be bike.
Hêjayî bibîrxistinê ye, Îranê 24ê Adarê bi moşekên balîstîk û dronên bombekirî êrîşî bingeheke firqeya heftan a piyade ya devera yekê û hêzeke firqeya pêncan a piyade ya hêza Pêşmergeyan li qezaya Soranê kiribû. Di encama êrîşa terorîstî de, 6 Pêşmerge şehîd bûn û 30 Pêşmergeyên din jî birîndar bûn.