PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi serokê Komîsyona Dijî Gendeliyê Ehmed Enwer re civiya.
Li gorî daxuyaniyekê ku piştî civînê hat weşandin, Ehmed Enwer Serokwezîr Barzanî li ser kar û çalakiyên saziya xwe di demên dawî de agahdar kir.
Di civînê de girîngiya xurtkirina hevrêzî û hevkariya di navbera saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê de ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê û rêgirtina li îsrafa çavkaniyên giştî tekez kir.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Serokwezîr pabendbûna hikûmetê ya ji bo têkoşîna li dijî hemû cureyên gendeliyê dubare kir û diyar kir ku ew amade ne ku hemû piştgirî û hevrêziya pêwîst bi Komîsyona Dijî Gendeliyê re peyda bikin da ku têkoşîna li dijî gendeliyê berdewam bike."