Serokwezîr Barzanî: Em şehîdên Qeladizê bi rêzdarî bi bîr tînin

Serokwezîr Barzanî: Em şehîdên Qeladizê bi rêzdarî bi bîr tînin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî got, ew kesên ku di êrîşa li ser zanîngeha Silêmaniyê û Qeladizê de şehîd bûne her tim di bîra wî de ne.

Serokwezîr Barzanî bi boneya 50emîn salvegera Komkujiya Qeladizeyê li ser hesaba Xê ya medyaya civakî peyameke bîranînê parve kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got, “Berî nîv sedsalê rejîma Beis Qeladizê bombebaran kir, bi sedan xelkê bêguneh şehîd û birîndar bûn. Di encama bomberdûmanê de bajar zerareke mezin dît. Herwiha di sala 1982an de rejîma Beis kesên ku ji bo bîranîna qurbaniyên bomberdûmana Qeladizê xwepêşandanek li dar dixistin gulebaran kirin.”

Di dawiya peyama xwe de Serokwezîr Barzanî tekez li ser wê yekê jî kir ku ew kesên ku di êrîşa li ser zanîngeha Silêmaniyê û Qeladizê de şehîd bûne hertim di bîra wî de ne.