PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Balyozê Belçîkayê kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên siyasî yên herêmê û pêwendiyên ligel Belçîkayê hatine nirxandin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Balyozê Belçîkayê yê li Iraq û Urdunê kir. Balyozê Belçîkayê Filip Vanden Bulcke, ligel Serokwezîr Barzanî mijarên pêşvebirina pêwendiyên siyasî yên navbera Belçîka û Herêma Kurdistanê nirxandin. Hat ragihandin ku di civînê de li ser rewşa proseya siyasî ya Iraq û Herêma Kurdistanê û rewşa asayîşa navçeyê hatine gotûbêjkirin.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de bi taybetî mijarên pêşvebirina pêwendiyên dualî û dan û stendinên di warê aboriyê de jî hatine nirxandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin