PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê û şanda ligel wî kir. Hat ragihandin ku di hevdîtinê de mijarên herêmî û siyasî hatine nirxandin.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro pêşwaziya Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê yê Herêma Kurdistanê kiriye û ji bo karê wî yê nû, serkeftinê xwestiye.
Hat diyarkirin ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê, daxwaza welatê xwe ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê ya di hemû waran de ragihandiye û bi taybetî jî daye zanîn ku daxwaza Tirkiyeyê, di warê bazirganî û veberhênanê de ya ligel Herêma Kurdistanê heye.
Her wiha hat ragihandin ku di hevdîtinê de li ser mijarên siyasî yên herêmî û giştî jî dan û stendin hatine kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin