Serokwezîr Barzanî, sehîdên Qeladizeyê bi bîr hanî

Serokwezîr Barzanî, sehîdên Qeladizeyê bi bîr hanî

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber rastlêhatina salvegera karesatên bombekirin û êrîşa raperîna Qeladizeyê, peyameke bibîranînê parve kir.

Serokwezîr Barzanî, di peyama ku di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re ragihand de got,

“Di salvegera herdu karesatên bombekirina bajarê Qeladizeyê yên sala 1974an û gulebarankirina raperîna 1982yan de em bi rêz û hurmet şehîdên Qeladizeyê û hemû şehîdên gelê Kurdistanê bi bîr tînin.”

Rejîma Beisê, di 24ê Nîsana 1974an de bajarê Qeladizeyê û Zanîngeha Silêmaniyê bombebaran kirin û di encamê de 163 kes ku ji wan 9 xwendekarên zanîngehê bûn, hatibûn şehîdkirin û nêzîkî 300 kes jî birîndar bûbûn.

Her wiha 24ê Nîsana 1982yan de jî li Qeladizeyê serhildana li dijî rejîmê çêbûbû û di vê serhildanê de jî gule rasterast bi ser xelkê medenî ve hatibûn reşandin û di encama vê gulebaranê de 2 jin hatibûn şehîdkirin û bi dehan welatî jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin