PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di serdana xwe ya Belçîkayê de, ji aliyê Serokwezîrê Belçîkayê Alexander De Croo ve hat pêşwazîkirin.
Civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Belçîka Alexander De Croo demek berê dest pê kir ku tê çaverêkirin di civînê de, bihêzkirina pêwendiyan di warên cuda de û têkoşîna li dijî terora DAIŞê bên gotûbêjkirin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi serdaneke fermî çûbû welatê Belçîkayê û bi Serokê Herêma Flanders re jî hevdîtinek pêk anîbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin