Serokwezîr: Bila sala nû bibe sala xêr û xwesgozeranî

Serokwezîr: Bila sala nû bibe sala xêr û xwesgozeranî

Peyama Kurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sersala nû peyameke pîrozîye belav kir. Serokwezîr di peyama xwe de daxwazê ji hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku berejwendiyên bilind yên Herêma Kurdistanê bidin pêş berejwendiyên partîyî û kesayetî û ji bo parastina aramî û mafên rewa yên gelkê Kurdistanê kar bikin.

Mesrûr Barzanî di domîna peyama xwe de ji bo sersalê jî got:“Hêvî dikim sala nû, sala dawîhanîna şer, alozî, wêrankariyên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê be. Aştî û aramî were bicîhkirin û sala destkeft û geşedan û wejandina giştî ya Kurdistanê be.”

Peyama Serokwezîrê Kurdistan Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi minasebeta hatina sala nû ya mîladî ya 2024an germtirîn pîrozbayî pêşkêşî tevahiya Kurdistaniyan, bi taybetî pêşmergeyên qehreman, hêzên ewlekariya navxwe, malbat û kesûkarên serfiraz yên şehîdan û herwiha gelên Îraq û cîhanê dikim.

Hêvî dikim sala nû sala xêr û xweşî û xweşgozeranî û pêşkeftina zêdetir ya Kurdistanê be.

Spasiya berxwedaniya welatiyên herêma Kurdistanê dikim ku, sala derbasbûyî jiber neşandina mûçe û şayîsteyên darayî yên herêmê ji aliyê hikûmeta federalî ve, rewşeke dijwar ya abûrî derbas kir.

Hêvî dikin di sala nû de, dawî bi stem û ev nedadmendiya ku, li hember xelkê herêma Kurdistanê û bi taybetî mûçexweran tê kirin û kêşeyên şayîsteyên darayî yên herêmê bi awayeke dadmend û di çarçoveya rêkeftinan û qanûna bûdceyê de werin çareserkirin û mûçexwerên herêma Kurdistanê jî weke mûçexwerên deverên din yên Îraqê her meh mûçeyên xwe bêyî têkilkirin li gel kêşeyên siyasî wer bigirin.

Daxwaz ji hêz û aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê jî dikim ku, berejwendiyên bilind yên herêma Kurdistanê bixin ser berejwendiyên hizbî û taybetiyên takekesî û bo parastina aramî û mafên reva yên xelkê Kurdistanê kar bikin.

Cîhê kêfxweşiyê ye ku, sala derbasbûyî rixmî rewşa dijwar ya abûrî, me karî bi hevkariya kerta taybet çend projeyên xizmetgozarî li bajar û deverên Kurdistanê di warên curbicur de cîhbicîh bikin. Herwiha di warê dîplomasî de jî têkiliyên herêma Kurdistanê û welatên cîhanê di sala derbasbûyî de bi awayeke baş pêşkeftin.

Hêvî dikim sala nû, sala dawî anîn bi şer, alozî, wêrankariyên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê bi giştî be û aştî û aramî were bicîhkirin û sala destkeft û geşe pêdan û wejandina giştî ya Kurdistanê be.

Sala nû li tevahiya we pîroz be.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin