Serokwezîr biryar da 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya ava vexwarinê ya Hewlêrê bê xerckirin

Serokwezîr biryar da 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya ava vexwarinê ya Hewlêrê bê xerckirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê budçeya veberhênanê ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar de, rizamendî da ku 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya parastina boriya ava vexwarinê ya Hewlêrê bê xerckirin.

Li gor Wezareta Şarewanî û Geştûguzar diyar kir, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizamendî daye li ser budçeya veberhênanê ya Wezareta Şarewanî û Geştûguzar, 21 milyar Dînar ji bo cibicîkirina projeya parastina boriya veguhastina ava Îfraz 3 li bajarê Hewlêrê bê xerckirin.

Herwiha da zanîn, cibicîkirina vê projeyê, wê bandoreke mezin li ser baştirkirina proseya dabînkirin û dabeşkirina ava vexwarinê li ser welatiyên Hewlêrê bike.

Wezaretê eşkere kir, pereyên vê projeyê bi awayekî nextî û bi qonax li ser budçeya veberhênana Wezareta Şarewanî û Geştûguzar tên xerckirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin