Serokwezîr di danîna kevirê hîmê yê bazirganîkirina genim de gotarek pêskês kir

Serokwezîr di danîna kevirê hîmê yê bazirganîkirina genim de gotarek pêskês kir

PeyamaKurd – Bi armanca dabînkirina asayîşa xwarekê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kevirê hîmê yê projeya bazirganîkirina genime cotkaran danî.

Ew proje biryar e heta zivistana sala bê, her du qonaxên wê werin cibicîkirin. Mesrûr Barzanî di rêûresma danîna kevirê hîmê de gotarek pêşkêş kir.

Serokwezîr Mesrûr di gotara xwe de got:

“Di nava sedsala borî de di şikefta Şandarê de li herêma Barzan hestiyên mirovê Neanderthal hatin dîtin ku berî 50 hezar sal dijiyan. Cihê balkêşiyê ew e, bi wan hestiyan re genim hatibû dîtin. Ew nîşaneya pêwendiya rasterast a mirov bi çandiniyê re ye di wê serdemê de. Piştî wê, em dizanin ku gundê Çermo li Kurdistanê yek ji kevintirîn gundên cîhanê tê naskirin ku rûniştvanên wî gundî çandinî kirine. Ev jî tê wê wateyê ku pêwendiya gelê Kurdistanê û vê herêmê bi çandiniyê re, pêwendiyeke dîrokî ye. Lê mixabin di dirêjiya dîrokê de bi taybetî di sedsala borî de, wek pêwîst ji berhemên çandiyê yên Herêma Kurdistanê nehat wergirtin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin