Talabanî girîngiya danîna kevirê himê yê bazirganîkirina genimê cotkaran anî ziman

Talabanî girîngiya danîna kevirê himê yê bazirganîkirina genimê cotkaran anî ziman

PeyamaKurd –  Di rêûresma danîna kevirê himê yê projeya bazirganîkirina genimê cotkarên Kurdistanê de, Wezîra Kiştûkal û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talabanî, girîngiya projeye diyar kir û got: ‘‘Bi taybet ku Hikûmeta Iraqê di sala 2016ê ve babeta wergirtin û kirîna genimê cotkarên herêma Kurdistanê kiriye mijareke siyasî û sala 2020ê tenê 390 hezar ton genim wergirtiye û bi giştî berhemên genimê cotkaran ku nêzîkî du milyon ton e û pareyê genimê cotkarên Kurdistanê bo salên 2014an û 2015an bi rêjeya sedî 50 heta niha nehatiye danîn.’’

Herwiha destnîşan kir: ‘‘Herêma Kurdistanê dabeşî 3 bazinan hatiye kirin, li Hewlêr salane 200 hezar ton tê wergirtin. Li îdareya Raperîn û Silêmaniyê 200 hezar ton tê wergirtin. Li sînorê Duhokê jî salane 150 hezar ton dê bê wergirtin.’’

Bêgerd Talabanî da zanîn: ‘‘Ev proje çareseriya pirsgirêka bazirganîkirina berhemên cotkarên Kurdistanê ye. Herwiha dê pîşesaziya xorak jî pêş bixe.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin