Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cejina Remezanê pîroz kir

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Cejina Remezanê pîroz kir

PeyamaKurd-Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber hatina Cejina Remezanê, peyamek belav kir.

Ji ber bidawîhatina Meha Remezanê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, peyameke pîrozbahiyê belav kir. Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de got, “Ez bi boneya hatina Cejna Remezana pîroz, pîrozbahiyên herî germ li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê dikim.  Bi taybetî jî li Pêşmergeyên qehreman û hêzên asayîşa navxwe û kes û kar û malbatên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan pîroz dikim. Ez hêvîdar im ku hûn rojên cejinê, bi xweşî û şadî derbas bikin. Ez hêvî dikim ku ev cejin bibe havênê xêr û xweşî û tebayiya Gelê Kurdistanê û seqamgîrbûna aştî û aramiya li Iraq û navçeyê.”

“Cejina we pîroz be û Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin