PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî got ku sektora tendirustiyê li Herêma Kurdistanê di rewşeke baş de ye, lê ew dixwazin sektora tenduristiyê baştir bikin.
Mesrûr Barzanî îro (14.10.2024)an di konferansa çaksaziya tenduristiyê û bijîşkiyê de, gotara xwe de ragihand ku sektora me ya tenduristiyê di asteke baş de ye, lê em dixwazin wê baştir bikin.
Serok Barzanî bal kişand ser wê yekê ku yek ji giringtirîn erkên kabîneya 9em a hikûmeta Herêma Kurdistanê avakirina pêvajoya çaksaziya di warê tendirustiyê de ye û got ku li gel pisporên biyanî lêkolînên curbicur hatine kirin.
Serokwezîr Barzanî diyar kir ku gelek civîn hatin kirin. Cvîn û konferans ji bo xalên ku divê bên çareserkirin û reform li ser wan bên kirin hatine lidarxistin.
Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku di dema borî de kabîneya 9em kar bo kontrolkirin û nehiştina gihandina dermanên qaçax û ên dema derbasbûyî bo Herêma Kurdistanê kiribû û got, “Me welatî kirine navenda bala hikûmetê û ewlehiya welatiyan ji bo me ji berjewendiyên bazirganiyê girîngtir e.”
Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê gelek nexweşxaneyên nû yên bi kalîte hatine avakirin û ragihand ku gelek nexweşxane hatine nûjenkirin û pêvajoya nûjenkirina gelekan ji wan jî berdewam e.
Mesrûr Barzanî anî ziman ku “Navendên pençeşêrê li Herêma Kurdistanê ku cihekî pêşketî ye, ji aliyê welatiyên Iraq û Rojhilata Navîn ve jî tên ziyaretkirin.”
Wî her weha got, “Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê girîngiyeke mezin dide dermankirina nexweşiya penceşêrê. Gelek navendên nû ji bo nexweşên penceşêrê vekir û biryar da ku çend navendên din jî ava bike. Li hinek ji van navendan xebat dewam dikin, hêvîdar im di demeke nêz de temam bibin. Navendên nexweşên penceşêrê dê xwedî kelûmelên pêşketî bin ku welatiyên Herêma Kurdistanê bêyî ku ji bo dermankirinê biçin derveyî welat, ew ê bikaribin li vir dermankirina xwe bibînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin