PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah peyama sersaxiyê pêşkeşî malbata wî û gelê Kuwêtê kir.
Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî:
Min bi xemgîniyeke mezin nûçeya koça dawî ya Mîrê Kuwêtê Sebah El Ehmed El Cabir Es Sebah bihîst.
Ez sersaxiya malbata Birêz Mîr û xelkê Kuwêtê dixwazim. Dewleta Kuwêtê û bi taybetî Cenabê Şêx Sebah, peywendiyeke wî ya dostane ya bihêz ligel Herêma Kurdistanê hebû. Hemû temenê xwe ji bo xizmetkirina welatê xwe û seqamgîrkirina aştiyê li herêmê terxan kiribû.
Xwedayê mezin rûhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî bibexşîne xelkê Kuwêtê.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin