PeyamaKurd – Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxwe, bi talîmata Serokwezîr Mesrûr Barzanî proseya bibe navçeyeke navçeya Xurmalê destpê kiriye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, li ser daxwaza welatiyên li navçeya Xurmalê dijîn, Serokwezîr ji Wezareta Karên Hundir re erkdar kiriye ku bi hemahengiya saziyên pêwendîdar re pêvajoya îdarî bidin destpêkirin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, wê ji sibê pê ve gavên pêwîst bên avêtin.
Ji aliyê din ve hat ragihandin, Serokwezîr ji bo pêkanîna hin projeyan li Xurmalê komîteyek taybet destnîşan kiriye.
Navçeya Xurmal li bakurê Helebce 10 dûrî navendê ye û bi dehan gundên girêdayî wê navçeyê hene. Li bajarokê 70 km dûrî Silêmaniyê rêzeçiyayên Hewraman hene.
Ji ber hewa û xwezaya xweş, geştiyar di her çar demsalên salê de serdana navçeya Xurmalê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin