PeyamaKurd - Serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf, dê beşdarî merasîma cenazeyê Rêberê Olî yê Îranê Elî Xameney bibe, yê ku di roja yekem a şerê navbera Amerîka û Îranê de (28ê Sibatê) di encama êrîşeke li ser Tehranê de jiyana xwe ji dest dabû.
Berdevkê Wezareta Derve ya Pakistanê Tahîr Endrabî ragihand ku Şerîf dê di navbera 3 û 5ê Tîrmehê de serdana Îran û Tirkiyeyê bike û di çarçoveya têkiliyên xwe yên li Îranê de, dê beşdarî merasîma oxirkirina Xameney bibe.
Hat diyarkirin ku merasîma fermî ya cenazeyê Rêberê Olî, dê di dawiya vê hefteyê de, roja 4ê Tîrmehê li paytext Tehranê dest pê bike.
Merasîma oxirkirinê ya ku ji çendîn qonaxan pêk tê, piştî birêveçûna bernameyên fermî yên li paytext, dê ber bi bajarê pîroz ê Îranê ve were veguhastin.
Li gorî agahiyên fermî yên ku ji aliyê Wezareta Derve ve hatine parvekirin, ev merasîm dê di 9ê Tîrmehê de bi veşartina termê Xameney ya li bajarê Meşhedê (ku cihê jidayikbûna wî ye) bi dawî bibe. Tê çaverêkirin ku ji bilî şandeya Pakistanê, gelek serkirde û nûnerên welatên herêmî û navneteweyî jî ji bo vê merasîmê bigihîjin Îranê.