Serokwezîrê Pakistanê Şerîf got ku metna peymana navbera DYA û Îranê amadeye

Serokwezîrê Pakistanê Şerîf got ku metna peymana navbera DYA û Îranê amadeye

PeyamaKurd – Li ser hevdîtinên navbera DYA û Îranê serokwezîrê Pakistanê Şahbaz Şerîf daxwuyanî da û got:

“Heya niha ti carê ew çend nêzî aştiyê nebûbûn. Aştiya Îranê û DYA gelek nêze û metna peymanê amade ye.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Arkçi jî ragihand ku heya niha ti carê ew çend nêzî aştiyê nebûne lê hê jî biryar nehatiye dayîn. Şerîf weha got:

“Di nav pêvajoya navbeynkariya Pakistanê de, em temamê agahiyên nerast dibînin ku çawa hinek dixwazin peymana aştiye têk bibin. Em dikarin qelebalixa agahiyan deynin rexekî û bêjin ku gihane metnekî li serê li hev kirine. Pakistan niha bi her dû terefan re nêz dixebite û dixwaze pêngavên di pey de temam bike…”

Rêvebiriya Tehranê jî gotina Trump ku dê roja Yekşemê îşaret dikir û dê her dû teref peymanê îmza bikin derewand. Li ser mijarê wezîr Arakçi got:

“Em gelek nêzî zebta li hev kirinêne. Heya erêkirina dawiyê, divê herkes ji agahiyên tevlihev xwe dûr bixe. Em ê di wextekî munasib de her tiştî ragihînin.”

Daxwuyaniyên Pakistanê, Îran û DYAyê nîşan didin ku gelek bazarekî ji dil di navbera terefan de dibe. Li gor çapemeniya Îranê 14 xalên peymanê wehanin:

  1. Cepha Lubnanê jî di nav de li temamê cepheyan rawestandina şer ya mayînde.
  2. Soza DYAyê ku dê destê xwe nexe nav karên hundir yê Îranê û rêzgirtina li desthilata Îranê.
  3.  Rakirina dorpêça deryayê ya bi temamî ya di nav 30 rojan de.
  4. Soza DYAyê ku temamê hêzên xwe ji dora Îranê vekişîne.
  5. Bi rêvebirina bi Îranê re, di nav 30 rojan de vekirina Tengava Hurmizê.
  6. Petrol, berhemên petrokîmyayê û yên ji wan çêdibin, divê givaşên ser wan rabin û bihêlin Îran bi temamî xwe bigihîne çavkaniyên fînansê.
  7. DYA û hevkarên wê, ji bo Îranê herî kêm bi bihayê 300 milyar dolarî planên avakirina ji nûh de peşkeş bikin.
  8. Ji bo bigihên encama dawiyê ya mijarên nuklerî, biryara rakirina givaşên DYAyê yên yekem û duyem û Konseya NY û Ajansa Atomî ya navdewletî li ser Îranê dê muzakere 8-60 roj dewam bikin.
  9. Îran wê di NPT de soz bide ku çekên nuklerî hilneberîne.

10-Di wexta muzakereyên nuklerî de, DYA dê hêzên xwe yên li herêmê zêde neke û DYA soz dide ku givaşên nû daneyne ser Îranê.

11-Di muzakereyên 60 rojan de, perê DYAyê yên Îranê yên bloke kiriye ku 24 milyar dolare, dê serbest berde. Berya muzakere destpêbikin divê nîvê perê blokekirî bide Îranê.

12. Ji bo şopandina bicîhanîna peymanê avakirina mekanîzmayekî.

   13- Di dawiya îmzakirina peymanê de, divê Konseya Ewlehiya NY peymanê tesdîq bike.

   14- Muzakereyên di dawiyê de, divê nîvê fonên Îranê serbest berdin, givaşên petrolê yên ser Îranê rabin û bi şertê rakirina dorpêça deryayî dê muzakere destpêbikin.  Peymana dawiyê tenê li ser maddeyên dewlemendkirî û dewlemendkirina dahatûya wan, rakirina givaşan û li ser bernama avakirina aboriya Îranê ya ji nûh de bêkirin. Bernama fuzeyan ya Îranê û mijarên desteka grûbên berxwedanê ji rojevê hatine derxistin.