PeyamaKurd – Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo koça dawî ya Pêşmegeyê Şoreşa Îlonê û kesayetiyê niştimanperwer ê Silêmaniyê Mîrza Xal Refîq, peyameke serxweşiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya serxweşiyê de diyar dike û dibêje:
Bi xemgîniyeke zêde min xebera koça dawî ya kesayetî û niştimanperwerê parêzgaha Silêmaniyê û Pêşmergeyê Şoreşa Îlonê Mîrza Xal Refîq bihîst. Serxweşiyê li malbata wî ya tekoşer dikim û hevbeşê xema wan im. Xwedayê mezin bi rehma xwe şad bike û aramiyê bide malbat, heval û naskiriyên malbatê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin