PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo koça dawî ya Mihemed Tahîr Mihemed Çalî, peyameke serxweşiyê belav kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de xemgîniya xwe derbirî û diyar kir: ‘‘Mixabin, bi xemgînî xebera koça dawî ya Kak Mihemed Tahir Mihemed Çalî min bihîst. Serxweşiya xwe li malbata wî ya têkoşer dikim û xwe hevbeşê xema wan dizanim.
’’Herwiha got: ‘‘Xwedayê dilovan ruhê wî bi behiştê şad bike û aramiyê bide nas dost û hevalên wî.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin