PeyamaKurd - Wezîrên Derve yên Erebistana Siûdî, Misir, Îmarat, Urdin, Qeter û sekretêrê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê li Riyadê civiyan.
Piştî civînê hate ragihandin ku daxwaza bidawîkirina şerê Îsraîl û Hemasê hatiye kirin û daxwaz hatiye kirin, jiyana sivîlan li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî bê parastin û astengiyên li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî bo Xezeyê bên rakirin.
Wezîrên welatên Ereb ji bo naskirina dewleta Filistînê ku paytexta wê Quds a Rojhilat be, banga avêtina gavên cidî kirin û diyar kirin Xeze beşeke xaka Filistînê ya dagirkirî ye û koçberiya bi darê zorê nayê qebûlkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin