PeyamaKurd - Berpirsê Civata Parastina Berjewendiyên Bilind ên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cefer Şêx Mistefa diyar kir ku divê parêzgerê Kerkûkê yê nû bi hevfêmkirina navbera hemî aliyên siyasî bê diyarkirin. Tekez jî dike, “Her dema pêdivî bike, PDK û YNK li ser astê bilind dicivin.”
Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKê li Silêmanî û Helebceyê Elî Hisên îro serdana Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û berpirsê Civata Parastinê ya Berjewendiyên Bilind ên YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa kir. Piştî civînê Şêx Mistefa û Elî Hisêni daxuyaniyeke hevbeş dan û pirsên rojnamevanan bersivandin.
Şêx Cehfer: Hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê pêdivîtî bi lihevkirineke giştgir e
Li dû gotina Şêx Cehfer Şêx Mistefa, danûstandinên navbera aliyên Kurd, Ereb û Tirkimen ên bajarê Kerkûkê bi merema hilbijartina Parêzgerê Kerkûkê, Serokê Civatê û pêkanîna hikûmeta xwecihî ya wê parêzgehê berdewam in.
Berpirsê YNKê tekez kir ku parêzgerê Kerkûkê bi partiyekê nayê çareserkirin, çend pêkhate li Kerkûkê hene û pêdivî ye ew hemî tevlî desthilatdariyê bibin û bi hevfêmkirina navbera hemî aliyan parêzgerek bê danîn.
Şêx Cehfer di derbarê civîna PDK û YNKê lya i ser asta bilind de de jî tekez kir ku her dema pêdivî bike, ew ê li ser vî astî an jî li ser astê bilindtir bicivin.
Berpirsê YNKê diyar kir ku, pêwendiyên wan bi hemî aliyên siyasî re baş in û got: “Her dema hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hatin kirin, em ê li ser bingeha hejmara dengan bi aliyên siyasî re hev fêm bikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin