Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê New Zelandê yê Iraqê kir

Mesrûr Barzanî pêswazî li Balyozê New Zelandê yê Iraqê kir

PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Herêma Kurdistanê hewla pêkanîna hevpeymaniyekê dide, ku daxwazên Kurdistanê û made û birgeyên destûrê cibicî bike.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê New Zelandê yê Iraqê Bradly Soden û şanda pê re kir.

Di civînê de behsa rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraqê û herwiha hilbijartinên Kurdistanê hat kirin. Mesrûr Barzanî got ku, heta niha jî terorîstên DAIŞê tehdîd in li ser aramî û ewlehiya deverê bi taybet deverên mîna Mûsil, Enbar û derdora Kerkûkê.

Mesrûr Barzanî û şanda mêvan li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê jî axivîn û herdû aliyan tekezî li ser wê yekê kirin ku divê hikûmeta nû hikûmetek wisa be ku nûnertiya hemû gelên Iraqê bike.

Şêwirmendê Encumena Asayişa Kurdistanê jî li ser wê mijarê got, Herêma Kurdistanê dê xwe bide aliyê wê tifaqê ku daxwaziyên gelê Kurdistanê û mafên gelê Kurdistanê yên Qanûnî bicîh bîne.

Mesrûr Barzanî behsa pêkanîna Encûmena Bilind ya Siyasetên Stratejîk ya Iraqê jî kiriye û gotiye, ewê hewl bidin ew encûmen pêşiya otokrasiyê bigire.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin