PeyamaKurd- Platforma Tenduristiyê ya Diyarbekirê ku Odeya Doktoran û sendika kedkarên Tebduristiyê di nav de ne, bi sedema zêdebûna nexweşên Kovid-19 ê civîneka çapemeniyê lidarxistin. Seroka odeya doktoran Dr. Elif Turan ragihand ku 2 roj berê testa Şeref Yıldız posîtîv derketiye û ew nexweşê KOAHê bûye. Li Diyarbekir li nexweşxaneyan cîh nedine û li nexweşxaneyên bajarên der û dor jî cîh nedîne û Yıldız jiyana xwe ji dest daye. Turan weha got:
“Tenê 3 roj berê li navçeya Farqînê li taxekî bi sedema Kovid-19 ê 10 kes zêde jiyana xwe dane. Di nexweşxaneyên bajêr de, di ser 600 nexweşan de kes li serwîsan, di ser 100 nexweşan de li beşên hûrlênêrînê de tedawî dibin. Bi pêzanîna me; li bajarê me, di nav hefteya dawiyê de, her roj di ser 300 kesan de testên wan posîtîv dertên. Van reqeman li gor reqemên ku wezareta tenduristiyê radigihînê ji %33 yê wane.”
Rêxistinên sîvîl yên pêwendîdar ragihandin ku bi hatina cejna Qurbanê, vebûna dibistanan û di payîzê de demsala grîbê destpêdike û wê jimara nexweşan gelek zêde bibe.
Di civînê de her weha bi 21 xalan tedbîrên ku bo Kovid-19 ê bên sitendin bo xelkê hatin ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin