PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên vîrusa koronaya nû Covid-19 belav kir.
Li gorî daxuyaniya wezaretê di 24 demjimêrên borî de 104 tûşbûyên nû hatin tomarkirin ku 52 li Duhokê, 6 li Hewlêrê û 46 kes jî li Silêmaniyê ne.
Daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ya amarên dawî wiha ye:
1- Karantîne
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (12297) kes in. Niha tenê (938) kes li (33) cihên cuda di kerentînê de mane, (181) kes li Hewlêrê, (71) kes li Silêmaniyê, (696) li Duhokê. Herwiha (11359) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (64) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine karantînekirin.
2- Pişkinîn
Di 24 demjimêrên bûrî de (1496) pişknîn hatin kirin, (608) li Hewlêrê, (534) li Silêmaniyê, (342) li Duhokê, (1) li Helebce, (6) li Germiyan, (1) Raperîn û (4) li Soran.
Derencam: Di 24 demjimêrên borî de, (104) tûşbûyên nû hatin tomarkirin. Li Parêzgeha Hewlêrê (6) kes. Li Parêzgeha Silêmaniyê (46) kes. Li parêzgeha Duhokê (52) kes.
3- Amarên Giştî
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (849) kes in, jê (14) haletên mirinê hene û (434) kes jî bi temamî baş bûne û niha tenê (401) nexweş di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşiyê li Wezareta Navxwe û tîmên bijîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike pabendî rênimayên tenduristîyê bin, ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin