PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên dawî yên pêketina vîrusa koronayê ragihand ku di encama pişkinînan de 3 tûşbûyên nû hatine tomarkirin ku hejmara kesên bi vîrusa korona ketine li Herêma Kurdistanê gihîştiye 344 kesan.
Wezaretê diyar kir ku ji 344 kesên heta niha tûşî vîrusê bûne 318 kes bi temamî baş bûne û heta niha tenê 4 haletên mirinê çêbûne.
Daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê wiha ye:
1- Kerentîn
Hejmara welatiyên hatine kerentînkirin (8945) kes li (33) cihên cuda bûn. Niha tenê (1809) kes di kerentînê de mane, (485) kes li Hewlêrê, (267) kes li Silêmaniyê, (1008) li Duhokê û (49) li Raperînê. Herwiha (7136) welatî jî piştî mana du hefteyan ji kerentînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (159) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine kerentîkirin.
2- Pişkinîn
Di 24 demjimêrên bûrî de (891) pişknîn hatin kirin, (270) li Hewlêrê, (230) li Silêmaniyê, (365) li Duhokê, (26) li Raperîn. Derencam (3) tûşbûyên nû hatin tomarkirin.
Parêzgeha Hewlêrê: Jineke (40) li nahiya Behrikê hat destnîşankirin.
Parêzgeha Silêmaniyê: Peyayekî (80) û peyayekî (29) salî hatin destnîşankirin.
3- Amarên Giştî
Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (344) kes in, jê (4) haletên mirinê hene û (318) kes jî bi temamî baş bûne û yên din di bin çavdêriya tenduristiyê de ne.
Wezareta Tenduristiyê ligel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên pizîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike bi ti awayekê ji malên xwe dernekevin derve, pabendî rênimayên tenduristîyê bin, têkildarî kesên din nebin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin