Dosta Kurda li Parîsê bi ser ket

Dosta Kurda li Parîsê bi ser ket

PeyamaKurd - Li Fransa hilbijartinên ji ber pandemîyê hatibû taloqkirin pêk hat. Di encamê de partiya Macron şaredariyên bajarên mezin wenda kir, Partiya Keskan li bajarên mezin bi ser ket ku yek ji wan bajaran Parîs e û seroka nû jî dosta Kurda Anne Hidalgo ye.

Di hilbijartinên bajarvaniyên Fransa da, careke din Seroka Bajarvaniya Mezina Parîsê ku weke dosta Kurdan tê zanîn, bi ser ket.

Piştî eşkerekirina dengan ê hilbijartinên li Fransa, Anne Hidalgo Seroka Bajarvaniya Mezina Parîsê, careke din wekî Seroka Bajarvaniyê hate hilbijartin.

Di hilbijartinan da partiya Emanuel Macron, lig elek bajerên mezin têk çû û bajarê herî pir dixwestin li Parîs jî bi ser neketin, Anne Hidalgo dîsa bi ser ket.

Anne Hidalgo Seroka Bajarvaniya Mezin a Parîs dosta Kurdan e û sala 2019 serdana Hewlêrê kir, di 12ê Tîrmeha 2019an, li Parîsê pêşwaziya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin