PeyamaKurd - Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo hevkariya çêkirina derfetên kar û pêşvekirina xebatên ciwanan bi qasî 120 milyon dolaran terxan dike.
Hat zanîn ku armanca Yekîtiya Ewropayê ew e ku ligel rêxistinên nehikûmî yên Herêma Kurdistanê jî hemahengî çêke, ji ber ku ev proje bêtir ji bo xizmetkirina ciwanan e.
Hat ragihandin ku ji bo vê mebestê çend roj berê, Berpirsê Ofîsa Yekîtiya Ewropayê yê li Hewlêrê û Yekîtiya Jûra Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê civînek pêk anîn, da ku bi hemahengiya her du aliyan, projeyan encam bidin ku derfetên kar pêk bînin û sektora taybet bihêz bikin.
Berdevkê Yekîtiya Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Karwan Sûrçî, ji K24ê re gotiye: “Me li ser wê yekê gotûbêj kir ku ciwan û derçûyên zanîngeh û peymangehan rahênan bikin, da ku kesên bêkar hewl bidin ku bibin xwediyê projeya xwe.”
Sûrçî diyar dike: “Di bernameyê de ew heye ku Yekîtiya Ewropayê bi hevkariya Jûra Bazirganî ya Herêma Kurdistanê, weke deyn pereyan bide ciwanan û ew jî projeyên xwe pêk bînin.”
Serperiştyarê Tora Hemahengiya Rêxistinan Sîrwan Gerdî jî li ser mijarê ragihand: “Eger bi şêwaza bernameya dariştî ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hevkariya rêxistinên navxweyî û navdewletî were rêkxistin, dê planeke baş çêbibe, da ku em hunerên ciwanan di warên cûr bi cûr de derxin holê û di heman demê de derfetên kar ji bo ciwanan bibînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin