Hevpeymaniya Navdewletî wê heta dawiya salê perwerdeya Pêsmerge bidomîne

Hevpeymaniya Navdewletî wê heta dawiya salê perwerdeya Pêsmerge bidomîne

PeyamaKurd - Cîgirê Serfermandarê Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal ragihand, planeke Hevpeymaniya Navdewletî heye ku berdewam be li ser perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge heya dawiya vê salê.

Lîwa Qareman Kemal da xuyakirin ku navendek heye bi navê navenda perwerdeya Hevpeymaniya Navdewletî, ku mamosteyên wan ên Hevpeymaniya Navdewletî ne û perwerdeya leşkerî didin Hêzên Pêşmerge.

Qareman ji KDP.İnfoyê re li ser mijara berdewamkirina perwerdeya Pêşmerge ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve ragihand: “Bi 2 cureyan Pêşmerge tên perwerdekirin, ya yekê bi şêweyekî grûp û ya din jî bi şêweyê yek bi yek. Lewma ew dema ku bernameyê ji bo perwerdeya leşkerî datînin, ji bo salekê dartînin û ew perwerde destpêka salê destpê kir û dê heya dawiya vê salê berdewam be, ku heya wê demê bernameya wan bi dawî hatibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin