Amerîka di warê aborî de alîkariya Pêsmerge dike

Amerîka di warê aborî de alîkariya Pêsmerge dike

PeyamaKurd -  Amerîka bo alîkariya Hêzên Pêşmerge pere şandin Hewlêrê, dabeşkirina di nav Pêşmerge de vê hefteyê dest pê dike.

Cîgirê Supasalarê Hêzên Pêşmerge Lîwa Qareman Kemal ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku pereyên hevkariya Amerîkayê bo Hêzên Pêşmerge gehiştine bankeyên Herêma Kurdistanê.

Cîgirê Supasalarê Hêzên Pêşmerge herwiha eşkere kir ku di hundirê vê hefteyê de dest bi dabeşkirina meaşê Hêzên Pêşmerge dikin.

Di çarçoveya hevkariya Amerîkayê de mehane 25 milyar dinar bo meaşê Hêzên Pêşmerge ji Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê re tê şandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin