PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku wê pêvajoya vekişîna leşkerên Amerîkayê ji Sûriyê 8 ê mehê de li Wahsingtonê li serê bê axaftin. Çavuşoğlu ragihandina xwe Maltayê kir.
Çavuşoğlu got ku ew dikarin bo demekî operasyonê paşde bixin lê ev nayê vateya ku wê di pêşde operasyonan nekin. Balê kişand ser civandina sîlihan û got ne hêsane mirov wan sîlihan bicivîne û daxwazên xwe bo Amerîkayê gotine.
Tirkiye dixwaze bi Amerîkayê sîlihên ku dane PKK ê bide hev û hem ciyê ku Amerîka jê vedikişe, dixwaze teslîmê Tirkiyê bike. Hem dibêje sedema paşdexistina operasyona rojhilatê Firatê bo li leşkerên Amerîkayê nexin, kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin