PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karûbarên Kendavê yê Erebistana Siûdî, Samir el Sebhan re civiya.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Karûbarên Kendavê yê Erebistana Siûdî, Samir el Sebhan ê ku ji bo beşdarbûna sondxwarina Serokê Herêma Kurdistanê hatibû Hewlêrê re civiya. Barzanî ji bo vê hevdîtina bi wezîrê siûdî rekêfxweşiyên xwe anîne zimên.
Nêçîrvan Barzanî spasiyên xwe bo wezîrê siûdî pêşkêş kirin û kêfxweşiyên xwe anîne zimên ku ew beşdarî merasîmê sondxwarinê bûye û bal kişand ser peywendiyên tarîxî yên Kurdistan û Erebistana Siûdî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin