PeyamaKurd- Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îdda kir ku êrîşa li ser balafirgeha Tayfurê ji aliyê balafirên Îsraîlê ve hatiye kirin.
Vê sibehê êrîşeke mezin hate ser balafirgeha Tayfurê ya Humûsê ya Dewleta Sûriyê. Di êrîşê de kuştî û birîndar hebûn. Piştî êrîşê Amerîka û Fransayê gotin ku ti eleqeya wan bi vê êrîşê re tune ye.
Di derbarê êrîşê de Rûsyayê daxuyaniyek da û got ku êrîş ji aliyê du balafirên şer yên Îsraîlê ve hatiye kirin. Di dewama daxuyaniyê de hat îddakirin ku ji 8 moşekan 5 hatine îmhakirin û 3 moşek jî li balafirgehê ketine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin