PeyamaKurd - Li seranserê dinyayê hejmara tûşbûyên vîrusa koronaya nû Covid-19 gihîşt 3 milyon û 330 hezar û 814 kesan. Hejmara miriyan jî gihîştiye nêzîkî 235 hezar kesan.
Li gorî amarên welatan 1ê Gulanê hejmara herî zêde ya tûşbûyan li Rûsyayê hatiye tomarkirin ku di 24 saetên dawî de bi awayekî rekor 7 hezar û 933 kesên din bi koronayê ketine. Bi eşkerekirina hejmarên dawî re, piştî Çîn, Îtalya, Îspanya û Amerîkayê nirxandinên ku Rûsya dibe navenda nû ya belavbûna vîrusa koronaya nû Covid-19 têne kirin.
Heta niha miriyên herî zêde yên koronayê, bi nêzîkî 64 hezar kesan li Amerîkayê hatine tomarkirin û piştî wê jî Îspanya, Îtalya, Brîtanya û Fransa tên.
AMARÊN 15 WELATÊN KU HERÎ ZÊDE VÎRUSA KORONA BELAV BÛYE WIHA NE:
| WELAT |
TÛŞBÛYÊN DAWÎ |
TÛŞBÛYÊN NÛ |
HEJMARA MIRÎYAN |
MIRÎYÊN DAWÎ |
|||||||
|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|---|
| CÎHAN GIŞTÎ | 3,330,814 | +26,594 | 234,771 | +941 | |||||||
| AMERÎKA | 1,097,080 | +2,057 | 63,913 | +57 | |||||||
| ÎSPANYA | 239,639 | 24,543 | |||||||||
| ÎTALYA | 205,463 | 27,967 | |||||||||
| BRÎTANYA | 171,253 | 26,771 | |||||||||
| FRANSA | 167,178 | 24,376 | |||||||||
| ALMANYA | 163,162 | +153 | 6,632 | +9 | |||||||
| TIRKIYE | 120,204 | 3,174 | |||||||||
| RUSYA | 114,431 | +7,933 | 1,169 | +96 | |||||||
| IRAN | 95,646 | +1,006 | 6,091 | +63 | |||||||
| BREZÎLYA | 87,187 | +1,807 | 6,006 | +105 | |||||||
| ÇÎN | 82,874 | +12 | 4,633 | ||||||||
| KANADA | 53,236 | 3,184 | |||||||||
| BELÇÎKA | 49,032 | +513 | 7,703 | +109 | |||||||
| HOLANDA | 39,791 | +475 | 4,893 | +98 | |||||||
| PERÛ | 36,976 | 1,051 |
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin