Cîgirê Serokê Amerîka dûrxistina Trump li gor benda 25 a destûrê red dike

Cîgirê Serokê Amerîka dûrxistina Trump li gor benda 25 a destûrê red dike

PeyamaKurd – Di nameyeke, Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ji Seroka Encûmena Nûneran Nancy Pelosi re şandiye de, red dike li gor benda 25 a destûrê, Donald Trump ji postê wî dûr bê xistin.

Li gor Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence di nameya xwe de da zanîn: “Ez bawer nakim ev rêkar di berjewendiya welatê me de be, herwiha ew pêngav jî ne destûrî ye.”

Pence di nameya xwe de diyar kir: "Ez di demeke krîtîk a jiyana gelê me de, xwe nadim dest lîstikên siyasî yên Encûmena Nûneran."

Cîgirê Serokê Amerîka destnîşan kir: "Aktîfkirina guhertina 25an a ji bo rakirina Serok Trump, ne di berjewendiya welêt an jî destûrê de ye" û bang li demokratan kir, ku divê ew ji bo kêmkirina aloziyê û yekîtiya welêt bi wî re bixebitin.

Seroka Encûmena Nûnran Nancy Pelosi daxwaz kiribû benda 25 a destûrê bê aktîvkirin.

Li gor madeya 25 a destûrê, dema Serok ji ber nexweşiyê yan pirsgirêkeke derûnî nikaribe bi erkên xwe rabe, wê demê ji nîvê zêdetir ê kabîneya dewletê, dikarin daxwazê ji Kongressê bikin ku Cîgirê Serokê bi erkên Serok rabe û bibe Serokê Welat.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin