PeyamaKurd – Wezareta Karûbarên Olî ya Erebistana Siûdî, li demeke ku metirsiya belavbûna vîrusa koronayê berdewam dike de, li ser nimêja Cejna Qûrbanê biryarek belav kir.
Di biryara ku li ser torên medya civakî hatiye belavkirin de, Wezareta Karûbarên Olî ya Erebistana Siûdî dibêje; "Ji bo nimêja Cejna Qûrbanê ya îsal biryar hatiye dayîn ku nimêj li mizgeft û îbadetxaneyên hatine destnîşankirin were kirin.”
Herwiha hat gotin ku ji ber nexweşiya Covid-19 nimêja cejnê li cihên vekirî nayê eda kirin.
Erebistina Siûdî îsal ji ber vîrusa koronayê serdana Heciyan bo Kabeyê qebûl nake. Cejna Qûrbanê yan jî Cejna Heciyan li nav alema îslamê îsal 31ê Tîrmehê tê pîrozkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin