Iraq: Li hember êrîsên Tirkiyê bijardeyên me yên bihêz hene

Iraq: Li hember êrîsên Tirkiyê bijardeyên me yên bihêz hene

PeyamaKurd -  Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê ragihand ku li dijî êrîş û binpêkirinên Tirkiyê ew xwedî piştgiriyeke navdewletî ne û destnîşan kir, “Em li hember Tirkiyê xwedî bijardeyên bihêz in.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf di bernameya Rûdawê de, li ser êrîşên Tirkiyê yên li nav axa Başûrê Kurdistanê daxuyanî dan.

Sahaf êrîşa Tirkiyê ya duh ku di encamê de 2 fermandarên hêzên pasewanên sînor ên Iraqê hatine şehîdkirin, bi tundî şermezar kir û wiha got: “Êrîşên Tirkiyê aloziyên li herêmê zêde dikin û Tirkiye bi wan êrîşan yasayên navdewletî binpê dike.”

Sehaf da zanîn ku berî niha 2 caran wan Balyozê Tirkiyê yê li Bexdayê vexwendibû Wezareta Derve û diyar kir, “Îro ji bo cara sêyem hat vexwendin û muxtirayeke tund a nivîskî hat radestkirin.”

Ehmed Sehaf got, Iraq ji bo rêgirtina li êrîş û çalakiyên Tirkiyê li nav axa Başûrê Kurdistanê niha jî pabend e bi rêyên dîplomatîk û siyasî û diyar kir, “Kêmkirina hewldanên yekalî, dijminkar û provokatîf ên Tirkiyê jî di vir re derbas dibe.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Iraqê bibîr xist ku Iraq xwedî mafê xweparastinê û piştgiriya navdewletî ye ji bo parastina serweriya xwe û got ku welatên rojavayî û Ereb di her astê de didin xuyakirin ku mafê Iraqê heye serweriya xwe biparêze.

Sehaf dawiyê da zanîn, “Li hember Tirkiyê em xwedî bijardeyên bihêz in. Li Iraqê niha jî bi dehan kompaniyên Tirkiyê hene, bazirganiya ku digihije 16 milyar dolaran jî di berjewendiya Tirkiyê de ye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin