Zîndaniyekî resik li Amerîkayê hat kustin

Zîndaniyekî resik li Amerîkayê hat kustin

PeyamaKurd- Di zîndanekî li bajarê New York ê de, xebatkarên zîndanê mudaxele bi girtiyekî zencî kirin û di encama bikaranîna xaza îsotê de jiyana xwe ji dest da. Li gor ragihandina Buroya Federal ya Zîndanan, di zîndana Brooklynê de Jamel Floyd ê 35 salî di hucreya xwe de barîkat daniye û bo şikandina cama hucreya xwe alavekî hesin bikaraniye.

Di ragihandinê de tê gotin ku girtî êdî zerarê dida dora xwe û wezîfedarên zîndanê bi xaza îsotê mudaxeleyê wî kirine. Piştî bikaranîna xazê nema Floyd bertek nîşan daye û wî birine nexweşxanê.Floyd li nexweşxanê jiyana xwe ji dest daye.

Ji niha û pêde dibe ku ev bûyer bibe sedemeka dinê ku xwepêşandan dewam bikin û ranewestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin