PeyamaKurd- Dewleta Tirkiye bi sedema koronavîrusê bo ser 9 welatên Awrûpayê qedexe ya seferên balafiran danîbû lê cîgirê wezîrê karên derve yê Tirkiyê Yavuz Selim Kıran ragihand ku hemwelatiyên Tirkiyê yên li wan welatan, wê heya roja 18 ê adarê karibin dagerin welatê xwe. Wextê dagera wan wê heya roja 17 ê adarê bi şev 24.00 be. Kıran weha got:
“Di çarçove ya tedbîrên bi koronavîrusê re, do me bo 9 welatên Awrûpayê qedexeya seferên balafiran danîbû. Hemwelatiyên Tirkiyê yên xwendevan û tûrîst heya 17 ê adarê siet 24.00 ê şevê dikarin dagerin welatê xwe.”
Welatên ku seferên balafiran bo wan hatibûn qedexekirin ev bûn:
Almanya, Fransa, Îspanya, Norweç, Danîmarka, Belçîka, Awûstûrya, Îsweç û Hollanda.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin