Êrîsê TIR ên di xizmeta artêsa Amerîkayiyan kirin

Êrîsê TIR ên di xizmeta artêsa Amerîkayiyan kirin

PeyamaKurd- Li Iraqê nêzî bajarê Zikarê TIR ên ku ji artêşa Amerîkayê re malzemeyan dikşandin, êrîş kirin ser wan. Di êrîşê de kuştî an birîndar nînin lê yek ji TIR an zerarê dîtiye. Bajarê Zikar ê li başûrê Iraqê ye û di dema derbasbûna TIR an de 2 bombeyên ku berê kiribûn binê rê, hatin teqandin. Ajotvanên TIR an ji xelkê Iraqê ne.

Hefteya borî rêxistina Hîzbûllahê ya Iraqê ku layangirê Îranê ye, gotibû ger leşkerên Amerîkayê ji Iraqê dernên, wê êrîşên ser mîsyoner û baregehên Amerîkayê dewam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin