PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Amerîka (Pentagon) ragihand ku di êrîşa moşekî ya li ser baregeha Tacî li Iraqê de, 3 leşkerên Amerîkî birîndar bûne û rewşa 2yan pir xirab e.
Berdevkê Pentagonê Jonathan Hofman gotinên wezîrê berevaniyê Mark Esper yên hefteya borî ku piştî êrîşê gotibû: “Ne pêkan e hûn êrîşî leşkerên Amerîkî bikin û hûn ji cezayan bifilitin, em ê we ceza bikin” bibîr xistin.
Hofman da zanîn ku rewşa tenduristiya ji 3 leşkerên Amerîkî 2yan xirab e û got, di êrîşê de çend leşkerên Iraqî jî birîndar bûne û hêzên ewlekariya Iraqî lêpirsîn dane destpêkirin û çend kes jî hatine girtin.
Doh 14ê Adarê careke din baregeha Tacî ya li bakurê Bexdayê bi 33 moşekên katyuşa hatibû hedefgirtin ku ev êrîş piştî êrîşa roja Pêncşema borî tê ku tê de 2 leşkerên Amerîkî û yekî Brîtanê hatibûn kuştin.
Hêzên Amerîkî jî wek bersiva wê êrîşê, êrîşî ser binkeyên Hizbulaha Iraqê kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin