PeyamaKurd - Almanyayê ji ber kuştina sîxurê dualî Sergey Skripal, 4 dîplomatên Rûs ji welatê xwe qewirandin.
Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Heiko Maas di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê wezaretê yê Twîtterê de diyar kir ku ji ber Rûsyayê hê jî di mijara jehrîkirina li Salisburyê de agahiyên pêwîst nedaye, Almanyayê îro 4 dîplomatên Rûs dersînor kirin.
Maas ragihand ku bi vî awayî wan xwest sinyalê bidin ku ew hevkariya Brîtanyayê dikin. Maas herwisa bal kişand ku dayîna vê biryarê ne rehet bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin