SÎHAya Tirk li Qamislo minîbusek bombe kir: 4 kes birîndar bûn

SÎHAya Tirk li Qamislo minîbusek bombe kir: 4 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 24ê Sibatê balafireke biçek a bêpîlot a Tirkiyê (SÎHA) li Rojavayê Kurdistanê l ser rêya Qamişlo-Amûdê minîbuseke sivîl bombe kir.

Li gorî agahiyên çavkaniyên xwecihî dane, êrîşa li ser rêya Qamişlo-Amûdê ji aliyê SÎHAya Tirk hatiye kirin û dii encamê de 4 kes birîndar bûne ku 3 ji wan jin in.

Piştî bûyerê kesên birîndar ên bi navên; Daliya Şêxmûs (20), Roza Hemo (38), Menîfe Himêdî (33) kesê navê wî nehatiye zanîn bo nexweşxaneya Ferman a bajarê Qamişlo hatin veguhestin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin