Silêmanî | Bi besdariya pisporên amerîkî konferansa nêzîkirina PYD û ENKSê

Silêmanî | Bi besdariya pisporên amerîkî konferansa nêzîkirina PYD û ENKSê

PeyamaKurd – Ev sê roj in li holeke Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê bi beşdariya pisporên Amerîkî, navdewletî û kesayetên Rojavayê Kurdistanê konferansek ji bo nêzîkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.

Bi vê koferansê tê xwestin ku bi taybet ENKS û TEV-DEM nêzîkî hev bibin û li ser awayê birêvebirina bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li hev bikin.

Hat zanîn destpêşxerî ji aliyê rêxistina IMPCT a Kurdên li derve û li navxweya Rojavayê Kurdistanê dimînin û çend rêxistinên din tê kirin û kesayetên nêzîkî ENKS, TEV-DEM, kesayetiyên serbixwe û hin kesayetiyên Ereb tê de beşdar in.

‘JI BO NÊZÎKIRINA ALIYAN EV ÇALAKÎ GELEKÎ GIRÎNG E’

Li ser wê hevdîtinê Endamê destpêşxeriya KNKê û serokê berê yê Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser Ekrem Hiso ji K24ê re gotiye: “Pêştir hevdîtinek bi vî awayî li Dêrika Rojava jî hate kirin. Ev çalakî gelekî girîng e ji bo nerînan nêzîkî hev bikin û baweriyê di navbera aliyên siyasî de zêde bike. Herwiha ji bo avakirina bingehekê ku bibe bingehek çareseriya siyasî re di nava hemû hêzên siyasî de.

Hiso diyar kiriye: “Kesên di vê hevdîtinê de amade bûne, nerînên xwe bi zelalî gotine û daxwazin gavek bê avêtin ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî aktîv bibe û têkeve warê pratîkê de.”

‘DIVÊ HERDU ALÎ BI HEV BAWER BIN’

Ekrem Hiso li ser despêşxeriyên berê yên nêzîkbûna di navbera PYD û ENKSê de got:

“Pêştir destpêşxerî ji aliyê Partiya Pêşverû û Serokê wê Ebdilhemîd Derwîş û destpêşxeriyeke KNKê hebû, lê ew neçûn serî. Her destpêşxeriyeke nû di navbera PYD û ENKSê de çêbibe, şert û merc jê re pêwîst in û divê bawerî di navbera her du aliyan de hebe.”  

Tê çaverêkirin îro li demjimêr 14:00 konferanseke rojnamevanî derbarê vê destpêşxeriyê û hevdîtinê de were lidarxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin