PeyamaKurd – Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên li Şingalê, dema ku terorîstên DAIŞê dixwestin derbasî gunê Gulatayê bibin, rastî operasyona Pêşmerge hatin û şer di navbera wan de qewimî.
Li gorî daxuyaniya Fermandarê Hêzên Pêşmerge yên Şingalê Qasim Şeşo bûyer îro qewimî ye û di operasyona hêzên Pêşmerge de 4 terorîstên DAIŞê hatine kuştin û 2 DAIŞiyan jî xwe teqandine.
Hat ragihandin ku ti windahiyeke pêşmerge di wî şerî de çênebûye.
Li gorî zanyariyan di nav 24 demjimêrên dawî de jî DAIŞê li hin herêmên Nînowa û Diyalayê êrîş kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin