PeyamaKurd – Li gorî çavkaniyên herêmê çekdarên bi ser PKKê ve yên bi navê YBŞ ku bi qasî 1500 kesin, bi rêkeftineke navbera herdu aliyan li nav sînorên Şingalê di nav yekîneyên Heşda Şeibî de têne bicihkirin.
Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ku baskekî PKKê ye li Şingalê li gor rêkeftinekê, di nav desteya Heşdî Şeibî de têne bicihkirin û li Şingalê dimînin.
Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên êzidiyan Şêx Şamo ragihand, ew di çarçoveya rêkeftina Şingalê de nîne ku PKK di nav hêzeke din a Iraqî de li Şingalê bimîne.
Şamo dibêje; “Mayîna PKKê bi navê her hêz û grubeke din dê rewşa Şingalê wek berê bihêle û nabe pêş, tişta hatiye kirin fêl e li rêkeftina Şingalê. Ji bo wê pirsê em li benda helwesta hikûmeta herêma Kurdistanê û Iraqê ne.”
Şêwirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê got ku pêwîste NY û Amerîka çavdêriya xalên bicihanîna rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê bikin û aliyên bicih nayînin destnîşan bikin.
Li gorî zanyariyan berî rêkeftina Şingalê zêdetirî hezar çekdarên PKKê li ser hesabê Heşdî Şeibî hatibûn bicihkirin û niha piştî rêkeftinê 1500 çekdarên din li gor wê rêkeftinê li ser fewca 80 ya Heşdî Şeibî tên bicihkirin û bûne Heşdî Şeibî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin