Singaliyan êrisa Tirkiyê li ser Rojavayê sermezar kirin

Singaliyan êrisa Tirkiyê li ser Rojavayê sermezar kirin

PeyamaKurd - Li Şingalê jî komek welatî li dijî êrişên Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê nerazîbûn nîşan dan.

Endamê encumena bajarê Şingalê, Xelîl Hesen got, duhî li Şingalê komek welatî kom bûn û li dijî êrişên Tirkiyê li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan.

Xelîl Hesen her wiha got, ew karesata ku sala 2014an hat serê xelkê Şingalê niha tê serê xelkê Rojavayê Kurdistanê. Ji ber wê jî xelkê Şingalê êşa wan baş dizanin û daxwaz dikin êrişên Tirkiyê demildest bên sekinandin.

Wî endamê encumena Şingalê behsa alîkariyên ku xelkê Rojava dabûn wan di dema êrişên DAIŞê de û got, di dema karesata 2014 de xelkê Rojava mîna xelkê Herêma Kurdistanê, dergehê malên xwe ji me re vekirin. Em jî amade ne dergehê malên xwe bo wan vekin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin