PeyamaKurd – Piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê ya derbarê nasnekirina yasaya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê de, hikûmeta Bexdayê dixwaz hemû endurstiya gaz û petrolê ya Kurdistanê bixe bin kontrola xwe.
Li ser vê mijarê rojnameya The National a navenda wê li Ebu Dabî ye, gotarek weşand ku kêşeya petrol û gazê ya navbera Bexda û Hewlêrê kiriye mijara xwe.
Di gotarê de tê gotin, “Mijara bikaranîna çavkaniyên sirûştî tenê yek ji kêşeyên piştî hilweşandina rejîma Sedam Hûseyîn e ku di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de dewam dike.”
“Kurd dibêjin, li gorî yasayê ye lê Bexda qebûl nake”
Ji wê heyamê ve rêveberên Kurd bi gelek kompaniyên biyanî û welatan re peymanên gaz û petrolê girêdan. Lê ji ber ku Bexdayê ew peyman pesend nekirin û îdia dike ku derveyê yasayê ne.
Lê Kurd jî dibêjin, li gorî Destûra Bingehîn a Iraqê, bêyî ku serî Wezareta Petrolê bidin destûr bo wan hatiye dayîn ku peymanan girê bidin.
Di Sibata 2022yan de, Dadgeha Federalî ya Bilind a Iraqê, biryareke weşand ku tê de dibêje; yasaya petrol û gazê ya Kurdistanê dijî destûrê ye û vê jî hişt ku pirsgirêk bigihe asteke din. Dadgehê daxwaz kir ku hemû dosyeya petrol û gazê radestî hikûmeta navendî ya Iraqê bikin.
Encûmena Dadweriya Kurdistanê dabû xuyakirin, “Operasyonên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên derbarê petrol û gazê de, li gorî Destûra 2005an a Iraqê ne. Madeyên Yasaya Petrol û Gazê ya sala 2007an ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye derxistin, Destûra Iraqê binpê nake.”
Hatiye diyarkirin ku li gorî serdema destûra Iraqê hatiye nivîsandin, behsa madeya 112 ya destûrê tê kirin ku behsa wan mijarên petrol û gazê dike.
Encûmena Dadweriya Kurdistanê herwiha daye zanîn ku qadên petrol û gazê yên piştî wê serdemê dest bi kar kirine nakevin çarçoveya wê madeya destûrê û hemû qadên petrol û gazê yên li Herêma Kurdistanê piştî Tebaxa 2005an dest bi hilberînê kirine.
“Piştî biryara dadgehê gav hatin avêtin, lê encam negirt”
Piştî biryara Dadgeha Federal Wezareta Petrolê ya Iraqê ji bo bicihanîna biryarê hin gav avêtin, lê wan ti encam derneket.
Aliyê Hewlêrê ji bo wê komîteya ku hewl dide biryara Dadgeha Federal bicih werîne xwest nûnerekî xwe bişîne, lê belê Bexdayê li şûna Wezareta Çavkaniyên Sirûştî, kompaniyeke dewletê pêşniyar kir. Herêma Kurdistanê ew daxwaz red kir û banga danûstandinên siyasî li Bexdayê kir.
Meha borî ji bo bicihanîna biryara dadgehê ji aliyê Wezareta Petrolê ve proseya yasayî hat destpêkirin. Berpirsekî wezaretê ji The Nationalê re da xuyakirin, pêşî bi kompaniyên ku li Herêma Kurdistanê re dixebitin ketine pêwendiyê û piştre jî li dadgehên navdewletî doz hatine vekirin.
“Ji kompaniyên Kurd re nameya vexwendina dadgehê hat şandin”
Lê belê di rapora Wezareta Petrolê ya li ser malpera xwe belav kiriye de, tê gotin ku nameyên vexwendina dadgeha Bazirganî ya Bexdayê bo hejmarek kompaniyên Kurd hatine şandin.
Yek ji rayedarên name wergirtiye gotiye, “Em ji bo bersivdana vê pêngava dawî nirxandinê dikin û heger em pêşiya wê bigirin, nêzîk e em ji nav vî şerî serkeftî derkevin.”
Heta niha ti yasayeke federalî ya ku madeyên destûrê yên sektora gaz û petrolê sererast bike ji ber lihevnekirina aliyan di parlamentoyê de nehatiye pejirandin.
Ev nakokiya li ser mafên hinardekarên Kurd ên serbixwe, bi salan e ji ber rêkeftinên bi ser neketine nehatiye çareserkirin. Niha jî wiha dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin