Erdogan û Sûdanî li ser mijarên aborî, bazirganî û herêmî axivîn

Erdogan û Sûdanî li ser mijarên aborî, bazirganî û herêmî axivîn

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanê, îro Înê 14ê Tîrmehê pêwendiyeke telefonî pêk anîn.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku Erdogan û Sûdanî bi rêya telefonê axivî ne.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin: "Serokomarê me Recep Tayyip Erdogan bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re pêwendiyeke telefonî pêk anî. Di hevdîtinê de, danûstandina bîr û ramanan li ser pêwendiyên aborî û bazirganî yên Tirkiye-Iraqê û herwiha mijarên herêmê hate kirin."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Erdogan dema beşdariya Lûtkeya NATOyê li ser pirsa rojnamevanan a derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê de diyar kiribû ku, divê ew mijar pêşî di navbera hikûmetên Bexda û Hewlêrê de bê çareserkirin û ew dixwazin hinardeya petrolê ji nû ve dest pê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin