PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro hejmarek xelkê sivîl ku xwestin herin malên xwe yên Serêkaniyê rastî êrîşa guleyên sekvanên çekdarên girêdayî artêşa Tirkiyê hatine û 2 sivîl birîndar bûne.
Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di çarçoveya rêkeftina Amerîka û Tirkiyê de ku 120 saet jî mohlet hatibû dayîn, şervanên xwe ji Serêkaniyê derxistibûn û piştre çekdarên girêdayî Tirkiyê ketibûn nav bajêr.
Çavkaniyên herêmî ragihandin ku îro çekdaran êrîşî sivîlên xwestine vegerin malên xwe kirine û welatiyên bi navên; Mahir Ebdo Sedon (35) û Ednan Ebdezîz Cuma (36) bi guleyên sekvanan birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin