Pakistan û Hindistan lîsta tesîsên nukleerî dan hev

Pakistan û Hindistan lîsta tesîsên nukleerî dan hev

PeyamaKurd – Hindistan û Pakistan lîsta navên tesîsên hev yên nukleerî di çarçoveya peymana berlêgirtina êrîşên ser tesîsên hev yên nukleerî de, lihev parvekirin.

Wezareta karên derve yê Pakistanê ragihand di navbera her dû dewletan de, di 31 ê kanûna 1988 an de peyman girêdane û di 27.01.1991 ê de peyman hatiye tesdîq kirin û li gor peymanê her dû dewlet navên tesîsên nukleerî dane hev.

Peyman ji sala 1991 heya niha tê meşandin. Li gor peymana sala 2008 an jî hemwelatiyên ku di zîndanên hev dane, lîsta navên wan dan hev. Li zîndanên Pakistanê 51 sîsvîl, 577 masîgir bi temamî 628 Hindistanî hene.

Di zîndanên Hindistanê de 282 sîvîl, 93 masîvan bi temamî 355 Pakistanî hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin